Gelê Wanê wê xwedî li sindoqan derkeve

Partiya Çepên Kesk da zanîn ku ji bo ewlehiya hilbijartinê li Wanê amadekariyên pêwîst kirine û got ku gel wê xwedî li sindoqan derkeve.

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê Handan Karakoyun û Berdevkê Partiya Çepên  Kesk a Wanê Veysî Dîlekçî têkildarî tedbîrên li ser ewlehiya hilbijartinê ji ANF'ê re axivîn.

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Bajarê Wanê Veysî Dîlekçî diyar kir ku, ew xebatên xwe didomînin û got, “Hevrêyên me ên parêzer û Baroya Wanê tedbîrên pêwîst girtine û dê gelek parêzer bên wezîfedarkirin. Em ê 13’ê Gulanê roja Şemiyê mîtînga xwe ya mezin pêk bînin. Spekulasyonên curbecur hene, divê gelê me wan cidî negire. Gelê me wê dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk. Em ê di hilbijartinên serokkomariyê de dengê xwe bidin Kemal Kiliçdaroglu, lê partiya me Partiya Çepên Kesk e. Divê gelê me baldar be."

Hevseroka HDP’ê ya Wanê Handan Karakoyun bi bîr xist ku, di hilbijartinên berê de pirsgirêkên cuda mîna hîle û destwerdan çêbûne û got ku, li tevahiya bajêr motîvasyon û kelecanek heye. Karakoyun wiha axivî: “Amadekarîyek me ya cidî heye. 2,5 sal in em li ser ewlehiya sindoqan dixebitin. Ji bo parastina sîngan em gelekî dixebitin. Ji ber gelê me dixwaze bi awayekî dildar sindoqan biparêzin me kêfxweş dike. Gelê me ji bo di buroyên peywendiyên hilbijartinê yên bajar û navçeyan de cih bigirin, eleqeyek mezin nîşan dan. Ev dê pêvajoyek pir watedar û erênî bi xwe re bîne. Di warê ewlehiya hilbijartinê de me li gelemperiya Wanê bi saziyên sivîl re hevdîtin pêk anîn. Bi tevlîbûna Baro û OHD'ê dê 500 parêzer bên wezîfedarkirin. Bi piştgiriya şahid û gel em ê sindoqên xwe di roja hilbijartinê de biparêzin. Li her qada ku sindoq lê ne dê çavdêrên me hebin. Di vî warî de me amadekariyên xwe temam kirin. Gelê me wê teqez li partiya xwe, sindoqa xwe û vîna xwe xwedî derkeve.”